Derwîş got, “Di nava sê salan de hevgirtinek di nava pêkhatiyên bajarê Minbicê de çêbûye. Piştî ku bajar ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin ku me bajar radestî meclîsa sivîl kir û heta niha jî karekî serketî dibe.”

Bi wesîleya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbice Şervan Derwîş ji ANF re axivî.

Derwîş ji bo sê salên bihûrî diyar kir, ku gelek gavên mezin hatine avêtin û got, “Di nava sê salan de hevgirtinek di nava pêkhatiyên bajarê Minbicê de çêbûye. Piştî ku bajar ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin ku me bajar radestî meclîsa sivîl kir û heta niha jî karekî serketî dibe.”

MECLÎSA LEŞKERÎ

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di gelek qonaxan re derbas bû. Şervan Derwîş qala van qonaxan kir: “Çawa ku rizgarkirin girîng bû, piştî wê parastina bajêr jî girîng bû. Hêza ku ji bo avakirina hêza me bû alîkar (YPG û YPJ) ji Minbicê vekişiya. Meclîsa me ji bo tinekirina DAÎŞ’ê li Reqa, Tebqa û Baxozê li kêleka QSD’ê şer kir. Piştî wê êdî qonax hat guhertin û gefên cuda cuda hatin ser bajarê Minbice. Çi ji aliyê Tirkiyeyê ve, çi jî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve. Lewma me rêxistiniya xwe xurt kir ku li dijî êrîşên DAÎŞ’ê û derdorê weke Tirkiyeyê amade bin.”

MINBIC NIMÛNEYEKE BAŞ E

Ji bo nîqaşên der barê herêma ewle de Şervan Derwîş bal kişand ser mînaka Minbicê û got, “Aramiya heyî ya Minbicê niha baş e. Mirov dikare bêje ku ew îdîayên Tirkiye dike ji bo rojhilatê Firatê hemû nerast in, lê ji bo şer bê astengkirin avakirina herêmek weke Minbicê wê baş be. Eger ew herêma ewle rê nede şer û koçberiyê hingî baş e. Lê dema ku bibe sedema şerekî nû û koçberiyeke nû em qet ne pê re ne.”