AMED – Di dema avêtina ser avahiya HDP’a Amedê de, polîsan bi pehînan Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç derb kirin. Sarisaç, bilêv kir ku welat veguheriye “dewleta qebîleyî” û “hiqûqa dijiminahiyê” pêk tê û got: “Heta tecrîd pûç nebe wê çalakiya me dewam bike.” Piştî parlementerên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalîk Kûrt û Yûsûf Ataş li avahiya HDP’a Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kirin, polîsan du caran avêt ser avahiya HDP’ê. Di avêtina ser avahiya partiyê ya duh na pêr bi şev de, polîsan derî û paceyên avahiyê şikandibûn, parlementerên HDP’î derb kiribûn 7 endamên HDP’î yên di greva birçîbûnê de jî binçav kiribûn. Di avêtina ser avahiyê ya duh bi şev de yek ji parlementerên HDP’î yê hat derbkirin jî Parlementerê Wanê Mûrat Sarisaç bû. Polîsan bi pehînan êrîşî Sarisaç kir û ew derb kirin. Sarisaç ji bo vê rewşê got, “hiqûqa dijminahiyê” pêk tê û dewlet veguheriye “dewleta qebîleyî”. Sarisaç, destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê mafekî demokratîk e û got: “Çalakiya greva birçîbûnê zirarê nade tu kesî, mirov bi bedena xwe doza daxwazên xwe dike. Di qanûna bingehîn de bi tu awayî ne sûc e. Lê êdî bi hikûmeta AKP-MHP’ê re mirov xweziya xwe bi qanûna bingehîn a darbeyê jî tîne. Hevalên me ji ber ketin greva birçîbûnê hatin binçavkirin. Piştî 4 rojan şûnde hatin berdan. Lê belê duh na pêr dîsa bi heman hincetê hatin binçavkirin. Dozgerî jî diyar dike ku ev çalakî ne sûc e. Hatin berdan, lê belê dîsa hatin derbkirin û careke din hatin binçavkirin. Nirxên mirovahiyê bin pê dikin.” ‘ÇEK SPARTIN’ Sarisaç, bilêv kir ku zêdetirî hezar polîs avêtiye ser avahiya partiyê û got: “Bi hezaran polîs deriyên me şikandin û ketin hundir. Hevalên me yên parlementer ji bo muzakereyê li ber avahiya partiyê bûn, lê belê polîsan ew jî derb kirin. Li hundur jî çek spartin me sê parlementeran. Em derb kirin û bi pehînan êrîşî me kirin û gef li me xwarin. Li avahiya partiyê tu dever nema ku texrîb nekirin. Hevalên me yên din ên di greva birçîbûnê de jî erdê ve hatin kişandin, hatin derbkirin û hatin binçavkirin.” ‘ENCAMA POLÎTÎKAYÊN FAŞÎZAN E’ Sarisaç, bilêv kir ku polîsan di hundurê avahiyê de fîşekên plastîk berdane û got: “Êdî daxwaza ji bo mafekî biçûk jî dibe sedema heqaret, derbkirin û binçavkirinê. Eger hûn li Kurdistanê bin, hebikî jî HDP’î bin, hûn tên krîmînalîzekirin. Ev yek dibe sedema girtinê jî. Serokomar li her derî dibêje HDP’î ‘terorîst in’ û ‘divê ji vî welatî biçin.’ Ev, encama polîtîkayên faşîzan e. Yanî ne gotinên tesadufî ne. Polîsek radibe êrîşî parlementerên destnedayîna wan hene dike. Ev hemû bi hev ve girêdayîne. Heta polîsak ji jorê fermanê negire nikare tiştekî wisa bîne serê parlementeram. Bi fîşekên plastîk jî êrîş kirin. Heqaret kirin. Polîsekî dît em dîmenê wî dikişînin jî, lê bi awayekî berbiçav êrîş kir. Eleqeya vê bi hêrsbûna polîstiyê tune ye. Ev encama kîn û nefreta serokomar û Wezîrê Karên Navxweyî ya ji bo kurda ye.” ‘FAŞÎZM BÎRDOZIYA DEWLETÊ YE’ Sarisaç, bi bîr xist ku di avêtina ser avahiya HDP’a bajêr a 3’yê Adarê de jî bi feramana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hatiye kirin û got: “Faşîzm, bîrdoziya dewletê ye. Wezîrê Karên Navxweyî bi daxuyaniya xwe giliyê xwe kir. Nikare erkên xwe li gor hîsên xwe bi kar bîne. Ev sûc e. Ji ber hiqûq û demokrasî hatiye binpêkirin, ji ber daraz ketiye destê rêvebirinê, kesek radibe û hemû erkê di xwe de dibîne û li dijî gel bi kar tîne. Niha em bi mekanîzmayeke ku faşîzm veguheriye sazîbûnê û xirabî tê birêxistinkirin re rû bi rû ne.” ‘EZ DERENG JÎ MAM’ Sarisaç, destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê çalakiya wan dewam bike û got: “Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, berdewamiya qirkirinê ye ku li ser gel tê pêkanîn. Tecrîdkirina Birêz Ocalan, polîtîkaya ji bo tunekirina gelekî ye. Em li dijî vê derketin. Leyla Guven, ji bo şexsê xwe dest bi vê çalakiyê nekir. Der barê pêşerojê de endîşe lê peyda bûn û dest bi vê çalakiyê kir. Ji bo min dereng jî maye. Di vî warî de xwe rexne dikim. Heta tecrîd neyê pûçkirin û heta daxwaz neyên qebûlkirin wê ev çalakiya me dewam bike.” MA / Ozgur Paksoy Parve bike:
Sernavên din
© Hemû mafên wê mîsogerkirî ye. Mezopotamya © 2018