Welatiyên Binarê Qendîlê yên ji ber lehiya şeva 26’ê Cotmehê ziyan dîtine li benda alîkariya we ye. Hevşaredarê Binarê Qendîle Mihemed Hesen banga alîkariyê kir û diyar kir ku eger dîsan baranek zêde were wê gelek ziyan çêbibe.

Encûmena Gel ya Binarê Qendîl û Şaredariya Binarê Qendîl kampanyayek a komkirina alîkariyê, ji bo gundên Binarê Qendîl ên di dema lêhiya şeva 26`ê Cotmehê de zerer dîtin dabûn destpê kirin.

Hevşaredarê Binarê Qendîle Mihemed Hesen li ser kampanyayê agahî dan ajansa me û diyar kir ku hinek alîkarî hatiye komkirin, lê weke tê xwestîn nîne û têrê nake. Hesen eşkere kir ku wan bi derfetên xwe rêya di navbera gundan de vekirine, lê dema ku baranek dijwar were wê dîsan werin girtin û peywendiya gundan qut bibe.

Hesen da zanîn ku wê kampanya wan a ji bo komkirina alîkariyê mehekê berdewam bike û piştre alîkariya hatiye komkirin eşkere bikin.

Hevşaredarê Binarê Qendîle Mihemed Hesen bal kişand li ser qutbûna xetên ceryanê û got; “Ceryana gelek gundan qut bûye. 150 dîrekên ceryanê ketîbûn, niha dest bi çêkirina xetên ceryanê hatiye kirin. Ceryana gelek gundan li ser bendên avê ne. Gelek gund ceryana wan a hikûmetê nîne. Weke Dola Baleyan.”

Hevşaredarê Binarê Qendîle Mihemed Hesen banga alîkariyê kir û got ku pêwîstiya wan bi alîkariya madî û alavên avakirinê heye.

Bi van hejmar û navnîşanan hûn dikarin alîkarê pêşkêş bikin.

Hejmara Banka Hewlêr, Silêmanî û Zaxo: 14652

Hejmara Telefonan:

Hewlêr: 07736945757
Silêmanî: 07701564418
Kerkuk: 0770013232245
Raperîn: 07509983793
Germiyan: 07702907764
Şarezur: 07507370695
Şaredariya Binarê Qendîl: 07708947677