Parlamenta Ewropayê ragiahnd, kesên ku mafê xwe yê gera bê vîze heye, wê êdî neçar bimînin destûra ger û geştê bigirin.

Daxuyanî li ser hesabê Parlamenta Ewropayê yê Twitterê hate dweşandin. Li gorî daxuyaniyê, “Bi sîstema nû re, rêwiyên ku beriya niha bêyî vîzeyê dikarîbûn bihatina Yekîtiya Ewropayê, divê êdî destûra ger û geştê bigirin. Bi saya vê yekê, berî ku bigihêjin sînorên me em ê zanibin bê kî tê Yekîtiya Ewropayê. Ji bo agahiyên berfireh li vîdeoya me temaşe bikin.”

Kesên ku mafê wan ê gera bê vîze hebû, wê êdî neçar bimînin vîzeyê bigirin. Tê gotin ku ev şert ji bo kontrola sînor hatiye danîn.