Berpirsa Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç, encama hilbijartinên PE li Ewropa nirxand û got; Fransa û Almanya motora Ewropa ne, Lê me dît ku di hilbijartinên dawî yên Ewroap de, partiyên rastgir derketin pêş. Vê jî hîna didestpêkê de Ewropa kire nava krîzê.

Yanî paşerojên Ewropayê zêde zelal nîn e.

Milufer Koç destnîşan kir ku netewperesti mirovaniyê ber bi sedsala navîn ve dibe û got; Li Ewropa jiyan teng dibe. Bi taybetî li Elmanya û Frensa demokrasî têk diçe. Bi taybetî ciwanên Kurd têne girtin, saziyên Kurd dikine armanc. Dijminatiya li dijî biyaniyan Ewropa ber bi tunelek tarî ve dibe.

Li gorî min, li Ewropayê serdema zêrîn ya Kurdan e. ji ber ku tenê Kurd, bayê guhertin û veguhertinê dikien pratîkê. Têkoşîna azadiya Kurd xwedî paradîgmeya Rêber Apo ye û riya sêyemîn e.

Deriyê Ewropayê hatiye girtin, lê kilîd bi Kurdan re ye. Ez tenê behsa teoriyekê nakim Li Rojava, li Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên dawî de peyam hat dayîn. Di encamê de Erdogan piştî 22 salan têk çû. Têkçûna Erodgan têkçûna paşveûtiya tevahiya Ewropa ye.

Ev tê wateya ku hêvî gelê Kurd, paradigmeya Rêber Apo ye.

Nilufer Koç herî dawî got; Yekparêzî ne çareserî ye. Pergala netewe-dewletê jî civakan dirizîne. Aaa niha dibêjin cîhan ber bi şerê sêyemîn ve diçe. Ji xwe şerê 3mîn yê cîhanê dest pê kiriye û hatiye dîtin ku qedera paşerojên mirovaniyê di riye sêyemîn ya Rêber Apo de ye.

Divê Kurd mezin bifikirin da ku serketina xwe misoger bikin.